XWMA NEKE WERE
Xema neke
Min dilê te xist nav dilê xwe
Bi ronahîya heyvê de
Bin ketina şevekî
Bin lingê te de
Dûpişkek fetîsî
Ser lêvên te de
Gulên sor xuyan
Kenên te şefq vedan
Stêrkên rût û tazî
Ser dêmê te de pir kenîyan bi Kurdanî
Şahbanûya min
Bi rastî ez pir daxwazim
Ber çoka te de wês bidim
Serê min jî
Nav her destê te de be
Bêhna te û helma te bikişînîm
Nav dil û hinavê xwe
Wan nihêrînên te
Berhevkim
Ji bihar ê
Bi dilşahî bibim barkêşê evîna min û te