AZADÎ Û AŞTÎ
Ronahî bû siba me, şewq jî ket nav axa me
Bombe nereşin bese, agir nexin warên me
Pir xweşe zehf şêrîne, wele navê aştî yê
Mîna zozanên Muş’ê , mîna gula Wan’a me
Rizgarî her dem xweşe, evîne,-serbestîye
Îro me re dîlane, li bo gelan aştîye
Em rêketin, pêşketin walatê me jî geş bû
Werin qada Qoser’ê ji bo me serketîye
Hemû malan avakin, zîndanan jî valakin
Darazxwaran jî berdin, dilê Wan jî pir şakin
Û berva asîmanan, kevokan bifîrînin
Cilên zarokan lêkin, lamê wan jî tim maçkin