Xortên Kurdan
Ez xortim û xortê gelan
Tim ser çiyan tim ser kendan
Ji bo azadiya Kurdan
Dijrabûn jî bû hewldan
Ez xortim ez cengewerim
Ez tim gelan jî bawerim
Ez ber neyaran narevim
Natewim û berxwedidim
Navê min Şervan, Azad e
Barê min de çek û zad e
Artêşa Tirk’an ket welat
Ji bo Kurdan berxwedane
Birîna min ji zehf kûre
Azadîya me nedûre
Haydê were her çavê min
Welatê me gel re nûre
Eme berbestan tune bikin
Xortên Kurd’an destek bikin