ZARÎNA LALEŞÊ
Dîsa nav dilan de êş û jan e
Zaxo birîndar e
Ji şeveqa sibê xwîn dikişe
Riya hêvî yê hatîye girtin
Gelên Êzîdan re heşir û tofan e
Pir mil qetîyan
Pir dest windan e
Ax û ax
Ji serî heta binî
War û wergehên Êzîdan mij û dûumanin e