XWÎN RİJANDİNA KURDANE
Ax welato waletê xerabe ax welatê xopan
Nalîna te çim wusa kûr e
Derdê te çima wusa giran e
Ji bêrîna te xwîn diherike
Ma ne heyfe
Li te mij e li te dûman e
Bi salane roj
Berbangên te ber gulan e
Bask û perên bazên te şikestîn e
Li berx û pezên te jî kalîn e
Dîsa qul, sosinên te qetandin
Dîsa şîn e; êdî bese
Ji bo çi ? Li ser Cîzra Botan de
Bi hezaran gule, top dibarînin
Ji bo çi ji bo çi ? Li ser te xayinên te pirin
Hinek kesên te jî bênamûs bi bêrûmetin