EZ BÊ TE BÊKÊFİM
Ez bê te bêrewş û bêkêfim
Tunebûna te
Nav dilê min de kêreke ko ye...
Bi rojan e
Min dixwe û min têr nabe
Tim goştê canê min dikoje
Dilop û dilop xwîn min dikişe
Bi revokî û bi peneberî
Ji tewrên lezgîn û tewreke xemgîn
Ez tim te digerim
Wek din jî bê te jiyan li min re kul e û mirin e
Ax li min wax li min devkenê
Rojane
Bê te ez bêçare me
Per û baskê min tuneye
Ji vanderan bifirim
Her der min re qîr û her der tenî ye
Di vê cîhanê de bi tenê hebûna te min re hêvî ye






