DÎSA KOÇBERÎYE
Dîsa me re koçberîye
Îro her der heşerîye
Baê sîtem ser me de hat
Kevir , kuçik me herîye
Ax fîxana dayikan e
Tim qirîna zarokan e
Em direvin şev û rojan
Ji zilma Misilmanan e
Koma wan jî hemû wehşin
Serê wan de kumên reşin
Destê wan de kêr û şûr in
Hemû gembol hemû cahşin
Gund û malên me ruxandin
Ji laşê me xwîn rijandin
Perestgeha me Laleş e
Can û malên me şêlandin
Êriş aîn wek guran in
Me qirdikin mecal nadin
Ev çi fêr e û çi tad e
Ew mêrkujên me Kurdan in