
Hêstirên me dibarin
Ji Muşê û Tetwanê
Rabin werin vê danê
Metirsin û netewin
Destek bidin Kobanê
Neyarên me pir harin
Lê belê me nikarin
Hebûn û tunebûn e
Hêstirên me dibarin
Lo ev çito zeman e
Ji Kobanê dûman e
Gelên Kurdan berhevbin
Şin û şivan, eman e
Kevir bo me nivîn in
Ciyan bo me lihêf in
Doza me azadîye
Kobanê biparêzin
Rojava Kurdîstan e
Dilê jin û mêran e
Kobanê tim şeng bikin
Ew welat û rûmet e
Mehmet Çobanoglu
23.09.2014
Stenbol
Kategori: