
Venamirim, nahelim
Ez hesin û polat im
Keça gelê Kurdan im
Natewim û nakevim
Bendewarê welat im
Venamirim, nahelim
Ez bi topan namirim
Şoreşvan û şervan im
Rizgarî yê dixwazim
Botan tim canê min e
Xerzan jî çavê min e
Rûmet jî azadî ye
Welat jî dilê min e
Têk naçim û naweşim
Şervaneke leheng im
Axa me jî pir geş e
Ez her tim lê dimeşim
Koletî yê naxwazim
Azadî yê dixwezim
Bindestî şerma min e
Ku ez welat nexwezim
Mehmet Çobanoglu
19.05.2014
Stanbol
Kategori: