MİRİNA DERWÊŞ/ Yılmaz ELAGÖZ
Derwêş , li ser nivînê xwe razabû. Lihêfek kevn û bipîne li ser wî bû. Linghên xwe kişandibûn ber bi zikê xwe ve û destên xwe li ser newqa xwe girêdabûn. Destên wî hişk û bi damarên mor nixumandî bûn. Devê wî yê bêdiran vekirî bû û weku şikeftek tarî dixuyayî.Her carê ku bêhna xwe dikişand , dengekî fîtikî ji qirika wî derdiket.Nexşên rûyê wî tev qermiçî bûn û gepên wî çûbûn xwarê.Enîya wî fireh û xetên kûr lê bûn.Du birîyên stûr weku devîyan ketibû ser çavên wî. Ew çavên hişîn û bêronî ku ketîbûn kortê.






