
Di navpişt de kember e
Hespê min xweş kihêl e
Reng geş û pir çalak e
Min qet rê de nahêle
Dengekî xweş dişehe
Hespê min hespê şêr e
Leheng e tu nawest e
Diçêre û tim têr e
Weke birûskê direve
Hespê min torînî ye
Toz û dûman hez nake
Navê wî ronahî ye
Coş dibe vek robaran
Hespê min pir qemer e
Serbilind û betran e
Di navpişt de kember e
Ji zînê wî zîvan e
Îro roj roja min e
Hespê min ji berzîn e
Li ba min yara min e
Mirazê me daxwazim
Mehmet Çobanoglu
09.05.2012
Stenbol
Kategori: