
Mal û gundên me hilşandin
Ka axa me ka warê me
Ka bajarok ka gundên me
Tank û topan me qelibîn
Digîrîn zarok, jinên me
Mal û gundên me hilşandin
Jahr û alev me reşandin
Nav kuçen de em qêrîyan
Jiyana me jî hêrandin
Koletî ar û agir e
Qet azadî yê nagire
Dîsa li me xwîn dikişe
Derdê û kulên me jî gire
Ereb û Ecem û Tirk’in
Tu biratîya nasnakin
Heşyarbin, gelê birûmet
Hêzdarî welat avakin
Em nexulam, nebindestin
Bo rizgarî yê nawestîn
Xortên me meşîyan çiyan
Karkerên me welat xwestin
Mehmet Çobanoglu
29.05.2014
Stenbol
Kategori: