DİLÊ ME XOPAN KİRİN
Hawar zû werin stargehê me çêkin
Gundên me hilşandin malan avakin
Neyarên lawir çavberdan canên me
Dilê me birîn e derdê me pakin
Ketin nav perestgehan û nav dêran
Jiyanan gel xera kirin û hêran
Dîsa çax dîsa dan me herimandin
Stûyên zarokan jî dan ber kêran
Misilmanan dest-pîyê me jê kirin
Roja me reş dilê me xopan kirin
Wijdanê wan tune hemû kujtarin
Peneberên Mexmur’ê dan koç kirin