
Derwêş , li ser nivînê xwe razabû. Lihêfek kevn û bipîne li ser wî bû. Linghên xwe kişandibûn ber bi zikê xwe ve û destên xwe li ser newqa xwe girêdabûn. Destên wî hişk û bi damarên mor nixumandî bûn. Devê wî yê bêdiran vekirî bû û weku şikeftek tarî dixuyayî.Her carê ku bêhna xwe dikişand , dengekî fîtikî ji qirika wî derdiket.Nexşên rûyê wî tev qermiçî bûn û gepên wî çûbûn xwarê.Enîya wî fireh û xetên kûr lê bûn.Du birîyên stûr weku devîyan ketibû ser çavên wî. Ew çavên hişîn û bêronî ku ketîbûn kortê. Por û rîyê wî fîqsipî bûn.Yek mûyekî reş dîsa jî tunebû.Stûyê wî zirav bû û bi çermê tenik û qermiçî pêçayî bûn.Her cara ku dadiqurtand zengiloka wî,mîna gogekê ber bi jor û jêr ve diçû.
Meyrê li ber serê Derwêş rûniştibû. Bala wê li ser xalekî merşê rawestîyabû.Merş, bi tayên zer û sor hatibûn nexişandin û wê bi xwe ew bi tevnê çêkiribû. Meyrê serî di ber da û kûr-kûr diponijî.Kutikek hişîn û kirasek mor ê tarî lê bûn. Rûyê wê yê genimî wekî şima zer bûbû.Çavên wê bi helqeyên mor dorpoçkirî bûn. Biskê ku hîn nû spî ketibû nav, ji ser enîya wê ya fireh diket xwarê. Wê porên xwe di bin serpoşê de veşart û axîn kişand:"Kalo, serê xwe deyne ,ez ê çi xelî li serê xwe bikim!" got di ji ber xwe de.
Meyrê ji Derwêş re digot,“kalo” Derwêş du emrê wê kiribû .Ew ne tenê mêrê wê bû,lê di heman demê de ,ew ji bo wê wek bavekî jî bû.
Meyrê çavên xwe ji erdê rakir û li zarokên xwe nêrî. Zeynê nîxuryê wê bû.Ew keçek tenik û dirêj wekî çilkek zêr bû. Zahf li ber bavê xwe diket. Ew zindîtîya ku di rûyê wê de bû, vemirîbû. Destek wê li ser dergûşbû.Dema xuşka wê Zelîxa digirya,ew bi nermî derguşê hêl dikir ta ku ew bikeve xewê .
Elî li ser mînderê runiştibû û pişta xwe dabû balgihê; li maxên xênî dinêrî.Ew maxên ku ji dilop û pîsîya mêşan pitik pitikî bûbûn.
Zarok birçî bûn, şîva êvarê nexwaribûn.Her çend dêya wan li ber wan gerîya jî,ew nexwar in.
Hundirê malê bêdeng bû.Yek carna dengê tepetepa derguşê ev bêdengîya dişikand.
Meyrê her du destên xwe danî ser kabokên linghên xwe .Li Derwêş nêrî; ew bi zorê hilma xwe digirt û distand. Wê xwe ber bi guhê Derwêş ve xwar kir û jê pirsî:”Kalo tu ne birçî ye?” Sekinî, ku ew bersiv bidê.Dema deng jê derneket peyva xwe domand:” ji te re mast bînim?”. Wê dizanîbû Derwêş ji mast hezdikir, lê bi wateya”na” wî destê xwe hêdîka hejand.
Derwêş heftê pên sal emr kiribû. Jiyana wî weku şerîdeke filmekî di ber çavên wî de derbas dibû.
- “Erê erê! ”got ji xwe re,”min çi dîtine, çi nedîtine?”
Bîranînên wî,wekî ewrên reş,yek bi yek dihatin ber çavên wî. Dema şerê cîhana yekem destpêkir, Derwêş yanzdeh salî bû. Wî cara yekem mirin,êş û wêranî dîtibû. Di donzdeh salî xwe de tevlî şerê çeteyan bûbû.Hin bûyer hîn jî di heşên wî de zindî bûn.Ew qet nikarîbû wê ji heşê xwe derxista. Ew zarokê ku ji mirinê direvîya li ber çavên wî de nediçûn. Kurekî kej , pelikek zêr li ser enîya wî bi porên xwe yên wekî ben hunandî ve girêdayî bû. Ew di nav stirî û kevirên birî de revîyabû her derê wî birîn bû.Ew qas ditirsîya ku dikir heşê xwe winda bikira,çavên wî ji girînê hişk bûbûn û dengê wî qerisî bû.
Ew şer û pevçûnên ku di navbera her du şerên cîhanê de qewimîbûn seranserê welêt wêran kiribû. Xelk bi komî dihatin kuştin, sînor girtî bûn û ji bo revê tu rêyek tunebû. Her derê welêt dojeh bûbû. Xela, koçberî û mirin wekî çarenûsa van mirovan bûn.
Piştî wan salên tarî yên şerê cîhanê,bela û nusîbet hîn jî ji serê wan kêm nedibûn.Di vê heyamê de, Derwêş xwe di nav şerekî eşîrê de dibîne. Li gund gelek kes tên kûştin û birîndar dibin.Derwêş û pismamên wî neçar dimînin ku şevekê bi dizî ji gund derdikevin.Dayika pîr û xwişka zewicî tenê li gund dimînin.Jixwe kesekî wî yê din jî tunebû.Wî carekê din ne gundê xwe dît ,ne jî dê û xwişka xwe. Ev hesreta wan heta mirina xwe wek birînek li ser dilê wî de ma.
Dema ku pismaman ,bi bêbextî wî dihêlin û diçin, Derwêş bi serên xwe dimîne. Pismaman digotin:”Derwêş barek giran bû û diviyabû em xwe jê xelas bikin. Ma ne ew bû ew qas bela anîbû serê me.”Ew mal û milkên xwe ji xelkê re hîştibûn.Bi tev zêç û zarokên xwe tî, birçî û tazî ketibûn nav çol û kepiran.
Ji Derwêş re gotin:”ji niha û pêve tu li çara serê xwe binêre,em ê biçin cihekî pir dûr.Ew rîya ku em biçin heft roj û heft şev digire.Êdî ev der ji me re heram bû.”Dema ku bi rê ketin,ji wî re nabêjin ew ê bi kû ve biçin.Derwêş dizanîbû ku ew sûcdar dikin.Lê ew vê yekê qebûl nekiribû.Digot:” Ew li bela xwe digerîyan û li min stûrîyê dikirin.” Derwêş bi hêrs û xemgînî çîroka xwe vedigotin:”Ehmed, çêleka ku ketibû nav zêvîyên wî , biribû û li axura xwe girê dabû.Min gote wî,’Cîran çi zerara te heye,ez ê bidim te.Ajal e,bêxwedî maye û ketîye nav zêvîyên te,ma kes bi zanetî nexistîye’.Lê wî çêlekê neda min û li ser vê yekê jî wî gef li min xwar. Min jî gote wî,’Te îro çêleka min girt û tu nadî,sibê tu yê were mala min û bi zorê namûsa min ji min bistîne!’ Di wê kêlîkê de, xwîn ketibû çavên Derwêş.Wî gulê bera wî da û wî kûşt.Dûre diçe her sê birayên wî yên ku li ber naxiran bûn li ser hev du dikûje.Şer û pevçûn wiha destpê kiribû. Dengê çekan ji sibê heya êvarê li gund qet nesekinîbû.Dema tarî dikeve erdê, rîyek dibînin û ji gund bi dizîka derdikevin.
Her çiqas şer û pevçûn ji ber çêlekê derketibe jî , rastî ya wê kes nizan e. Her kesî tiştek digot. Ew pismamên ku tiştên digotin:”
Derwêş mirovek çavsor û serhişk e,ew dikare ji bo mişkekî çîyakî bişewitîne.”
Piştî wê şeva xwîndar û reva ji gund,dema ku kurmaman wî dihêlin û diçin,Derwêş jî berê xwe dide çîyê.Ew tecrûbe yên ku dema xwe ya di çeteyê de bi dest xistibû,di jiyana xwe de bikartîne. Ew deh salan li çîyan mahkûm dimîne. Di vê heyamê de gelek tişt di serê wî de diqewim e. Ew birçî,tî di nav ajalên kovî de dijî.Gelek caran dikeve nava şer û her carê jî sax dimîne. Derwêş dibîne ku dawî li vê yekê nayê,keçek bi navê Eyşê direvîne û tê vê heremê.Ew xwe li cem serokê eşîreke navdar û mezin digire.Dema serokê eşîrê gûh dide çîroka wî,bi dilgermî dibêje:”Ji niha û pêve tu jî birayê me yî!” û destûrê dide wî.
Derwêş zêdetirî sî salan li wî gundî de ma. Ew mîna endamek eşîrê tevdigerîya.Serokê eşîrê qedr û qîmetê dida wî .Gundîyan jê hez dikirin , lê hinan jî bi guman lê dinêrîn. Digotin, ew nasnameya xwe ya rastîn vedişêre. Çimkî,ne kesekî tê , wî dipirse ne jî ew diçe derekê.Ew bi hêsanî ji gund dernediket, gava diçû derekê jî li wir zêde nedima.
Derwêş xwedîyê zêvî, rez û terşan bûbû.Hal û wextê wî xweş bû.Eyşê heyşt zik zarok jê re anîbû, lê ji wan tenê Xecê û Reşo sax man ,yên din jî ber nexweşîyê mirin.Dema ew mezin bûn,wî herduyan zewicand. Salek di ser zewaca Reşo derbas bû ,neviyek wî çêbû.Zarok şahî û bextewarî anîbû malê.Derwêş digot,zarok xemla mala ye.
Sal derbas bûn.Zivistan bi dawî bû, bihar hat. Deşt û zozan bi her cûre gul û kulîlkan xemilandî bûn.Dengê çûkan , bilbil û şalûran mirov sermest dikirin.Qulingan ref bi ref dabûn pey hev û ber bi avîyê difirîyan.Newaya bilûrên şivanan li hawirdor belav dibûn.Kerîyên pez bi kêfa xwe li çem diçêrîyan.Keç û qîz bi kincên xwe yên rengîn ,satil di destan de diçûn bêrîyê .Di şiverê de wekî şîn werdekan bi nazenin dimeşiyan.Piştî bêrîyê dangî bû.Berxên bi şîr li dû maka xwe ketibûn û kale kale wan bûn.
Bayê xerbî lê dida, dexlê zêvîyan bi nermî dimilmiland. Bêhna her cûre gul û kulîlkan li dorhêlan belav dikir. Li çem sêl rabû bû û av bi xûşînî diherikî. Avek şêlû û bi kef li bin guhên zinara diketin û wekî hespekî serî berdayî bi çargavîyan dibezîya.Ew xuşînî û xumexuma avê di şevên tarî de wekî sêwiran tirsê dixistin dilê zarokan.
Bihar bereket,çoş û şahî bû. Mal gebsoyî bû, kesî nedixwest li malê bimîne û xwe davêtin himêza xezayê.Dema kon vedanê bû, gundî amadekarî ya xwe dikirin.Ew konên heft stûn ku ji mûyên bizinan hatibû hunandin wekî kevir giran bûn.Ciwanan wekî her biharê pêşbirkek li dar xistibûn.Di behsê de beranek hebû.Kî bi serkeve ew ê xwedîyê beranê bibûya.Mercên behsê ev bû: Heft xort ji alîyekî û xortek ji alîyê din,dê konê heft stûnî hilgirin û du sed gavan dûr daxînin. Ev ne karê her egîdî bû.Reşo li alîyekî û heft xortên ciwan li alîyê din,konê rakirin.Her kes kar û barên xwe berdabûn,li wan temaşe dikirin.Di nav wan de Jinek bi navê Zîna Xuşo hebû. Digotin,ev jinek bêyom e û çavînokî dike. Ew çavên wê yên kesk gelek ocax kor kiribûn. Her kes ji wê hepsa xwe dikirin. Ji tirsa wê her zarokek niviştek li stûyê wan bûn.
Zîna Xuşo derket ser banî û bi heft dengan bangkir :”Haho gundino ! “ got.”Hele hûn li vî Reşoyî binêrin! Tu dibêjî quweta heft mêran di dest û pîyên wî de ne . Ji Eyşê pêlewanek sadir bûye! Wel wel ,mal neketo !”
Reşo di pêşbirkê de bi ser ket, beranê da pêş xwe û hat malê.Rewşa wî baş nedixuya.Mîna ku tiştekî di zikê wî de qetya be,ruyê wî mor bûbû. Gava hat malê ji jina xwe Besê re dibêje:
-”Keçê ,cihê min raxe…ez ê razêm!”
Reşo diçe radizê û heta sibê hişyar nabe. Sibe dibe,roj hiltê, lê ew hin ranebûye.Meyrê li ber kon bi meşkê dew dikêya.Derwêş dîwarên pang a pêz serast dikir. Besê kurê wê di piştê de der û dor bi şirtê paqij dikir.Pez di newalê de bêxwedî bû ,kes li ber tunebû.Eyşê di ber xwe de got:” Reşo heya vê seatê tu car ranediza,ew her tim di berbangê de hişyar dibe.” .Eyşê guman dike û diçe hundir. Destê xwe datîne ser milên wî û bi dilovanî dihejîn e:”Reşo!Reşo!”Lê tu liv û deng jê nayê. Eyşê gava lihêfa ser wî radika fêm dike ku kurê wê mirîye û dike hawar.Derwêş mîna erd û asîman li serê wî hilweşe,cûnîyên wî dişkê di cîhê xwe de sar dimîne.Dibêjin kes bi mirîyan re namire,lê nîvê canê Derwêş bi Reşo re diçe. Ji bo Derwêş zêde li ber wî nekeve,cenazê Reşo dibin li gundek din vedişêrin.
Ew kesên ku mirina Reşo dihesin tên şînê. Axayê gund derdikeve ser banî û bi dilek şikestî bang dike: “Hawar gundîno! “ dibêje:”Heft kurê min hene.Xezî her heft jî bimirina ,mêrxasekî wekî Reşo nemiriya’’
Ev gotin ne tenê rêzgirtinek bû,lê rastîya dilê hemû gundîyan jî bû. Reşo kurek hêja bû, lê di heman demê de sembola hêvî û paşeroja gundîyan bû.
Piştî Reşo, neviyê wî dema ku şîrê xemgînî ya dêya xwe dimije ew jî dimire . Besê di şevek reştarî de serê xwe digre û diçe, kes nizane çûye ku derê. Hin şivanan di tarîya şevê da jinekê li nêzîkê gola Hutê dibînin .Digotin , jinik dikir hawar û ber bi jor diçû.Li pişt qûça qantira zûrina guran hat û ew deng jî hat birîn.Kuçikên gurxenêq ber bi kûç ve diçin lê şunde vedigerin.Ji tirsan kes li dû wê neçûbûn.Gola Hût ciheke nexalî bû û wisa dihat bawerkirin ku cinan her şev li wir govendê digirtin.
Bi rojan li wê digerin û li der û doran dipirsin ,lê ew nabînin. Tu dibêjî qey erd qelişîye û ew ketîye nav weku sirek winda dibe.
Derwêş û Eyşê tenê di bin xênî de dimînin. Qehr û qotik mirov zû dixe. Perdeyek sipî tê ber çavek Derwêş û ew bêronî dihêle.Cîran û hogirên wî zahf li ber halê wî dikevin. Rojekê axê gund tê bal wî û jê re dibêje:”Ev qedera xwedê ye Derwêş! Tiştek ji destên me nayên. Xwedê dide û distîne jî. Bi mirîyan re mirov namre.Tu hin li ser xwe ye bizewice bila ocaxa te şên bibe!”
Derwêş biryara zewacê dide, lê ev ne bi dilê Eyşê ye.Derwêş wê ji malê cihê dike û di nifûsê de wekî mirî nişan dide. Ev biryar, birîneke kûr di dilê Eyşê de hîşt.Lê wê vê birîna xwe bilî keça xwe Xecê rê kesekê ne da.
Derwêş bi rêya nas û dostan Meyrê dibîne.Meyrê li cem brayên xwe bû ,dê û bavê wê mirî bûn. Jin birayê wê tamê ne dida wê.Ji ber vê yekê,dema Derwêş hat ku wê bixwaze,her çend ew pir ji wê mezintir bû jî,qebûl kiribû.
Meyrê ciwan û seheta wê baş bû.Du keç û du kur anîbû.Lê ji kuran Elî tenê dimîne, ê din ji ber nexweşîyê dimre.Elî dewsa Reşo girtibû. Ev yek êşa Derwêş hinek sivik kiribû.Lê ji ber Xecê û zarokên wê Meyrê bê hizûr bû.Li Meyrê didan û heqaretê lê dikirin. Te digot ew ne dêmarî ye dijminê wan e.Derwêş çend caran Xecê û zarokên wê da ber şivan,lê wan dev ji rika xwe bernedan. Rojekê da dilê Derwêş bi tifingê hat ber derîyê Xecê ku wê bikûje.Xecê ket hundir û derî li ser xwe girt û kir hawar. Heger cîran ne hatibûna hawarê wê,dê ew bikuştaya.Derwêş dinêre wisa nabe ,dibêje:” Ez nikarim, piştî vê emrê li heps û zîndanan birizim.Zarokê min hin biçûk in û jina min ciwan e.”
Derwêş, hemû tiştên xwe dihêle û diçe bajêr. Bajêr ne wekî gund bû.Ew xincê şivantî û rêncberî tu karekî nekiribû û ji bezirganî jî fêm nedikir. Li bajêr kesekî nas nedikir û debar zor û zehmet bû. Jiyana bajêr,ji bo Derwêş,mîna zîndanek mezin bû. Dengê qerebalixê,rûyên xerîb û leza jîyanê wî diwestand. Ew ku li deşt û zozanan bi azadî gerîyabû,niha di bajêr da asê mabû. Her roj dema di kolanan da diçû û dihat,dilê wî ji bo gund û çîyayên xwe dilerizî. Lê veger tunebû.
Derwêş di nav heyşt salan sê çar caran neçar ma ku kar biguherîne.Wî pêşî dikana manawê vekir û xebitand. Karê wî heta sê çar salan baş bû. Lê belê her ku hejmara tewlayan zêde bû,karên wî xirab çû.Dûre dest bi bazirganîya pez kir; lê cihên wan teng bû û nedikarî pez xwedî bikin. Ew dev ji vê karê jî berda.Ya dawîyê di kolanên bajêr de çerçitîyê kir. Lê karên wî baş nediçû û rewşa wan roj bi roj xerabtir dibû.Derwêş êdî kalbû,dest û pîyên wî ne digirtin. Ew niha di nav nivînan de razaye û li ber sekeratê ye.
Derwêş ji mirinê ne ditirsîya:” Mirin emrê xwedê ye!” digot:” Zû yan dereng, em ê teqes rojekê bimrin.”Tirsa wî yê sereke zarok û jina wî bûn.Elî zarok bû ,bêyî wî mal bêxwedî dima.Meyrê jî hin ciwan bû;tirsa wî ew bu ku piştî mirina wî ,Eyşê bizewice û zarokên wî dê bikevin ber destên xelkê . Derwêş :
”Du tişt li cîhanê ji bo mêrekî dijwarin.”digot :”Yek zêvîye ya din jin e ku ew bikevin destên xelkê!” Ev tenê ne gotinek bû, ev wateya jîyana wî bû. Ma wî ji bo vê şer nekiribû û ewqas zahmetî nekişandibû?
Derwêş çavên xwe vekir û li Meyrê nêri.Wî xwest tiştekî di gûhê wê de bêje.Gava Meyrê xwar bû,Derwêş bi destê wê hişka girt û jê re got;’’Soz bide min’’.Derwêş dengê wî lewaz derketibû,lê hêj jî tê de hêzek mezin hebû. Dema Meyrê soz da wî, ew peyva xwe domand:’’Soz bide min ku eger ez bimrim , mêr nekî û nehêlî zarokên min bikevin ber destên xelkê !”.
Meyrê bi xwe negirt û girîya: ”Mêrê çi halê çi….’’
Derwêş çavên xwe girt û bêdengî çêbû.
Çira xazyaxê pir pir dikir û şewqa wê her di çû kêm dibû.Zeynê rabû lê nêrî fitîla wê şewitîbû ew hinek rakir jor.Şewqa wê niha geştir bû. Derwêş çavên xwe vekir û ji Meyrê re got:
-”Devê min zuwa bû , qultek av bide min.”
Zeynê ji cihê xwe rabû û çû eywanê.Tasek av ji satilê dagirt û vegerîya.Meyrê ,serê Derwêş ji balgîhê ragirt û tasê da ber devê wî.Derwêş ,te digot qey kezeba wî şewitîye ;wî çilkek av jî di binê tasê de nehîşt û tev vexwar.
Zeynê tasê ji destê dêya xwe girt û:”Tasek din bînim bavo?”got
Derwêş:”Na, keça min.Xwedê te bihêle .”got û dûre bala xwe da kurê xwe:”Elîyê min ji bavê xwe re çayekê çêbike ,ez têr vexwim’’
Elî li eywanê çaydana hişin a çînko tije av kir û danî ser paporê.Kibrîtê pêxist xûşinî bi paporê ket û behna xazê odê dagirt.
Elî çayê dem kir û bi qedehan li ser tepsîyekî anîn û danîn ber bavê xwe.Derwêş bi alîkarîya Meyrê li ser cihê xwe rûnişt.Zeynê çend balgîhan danî pala wî.Elî çayê dagirt û qedehek da bavê xwe.Derwêş li pey hev çar qedeh çay vexwar. Elî a dawîyê jî tije kir ,ew jî vexwar û got:”Xwedê te bihêle kurê min. Min tu car ewqas têr çayê venexwaribû.”
Derwêş bi dilovanî destê xwe dbir ser serê Elî û jê re got:’’Elîyê min gava ez mirim peyê malê tu yî.Bila çavên te li ser dê û xwişkên te bin!’’
Elî ,Zeynê û Zerê tev girîyan. Girî bû glok û gewrîya Derwêş xetimand; bi zorê daqultund.
Meyrê bi wî de qeherî û got:
-’’Ev çi gotine tu dikî û dilên zarokan xera dikî’’.
Derwêş dengê xwe nekir, serê xwe danî ser balgîhê û lihêfê kişand ser xwe. Ruyê wî ber bi dîwêr ve zîvirîbû.Ew nexdiwest kesekî hêsrên wi bibîne.
Bêdengîyek giran hundir dorpêç kiribû. Zarokên taxê li kuçê dilîstin. Dengên wan di malê de dihat bihîstin. Elî di şibeka xênî de li der nêrî,hewş tarî bû. Lê şewqa lampeya kuçê banên xanîyan ronî dikir. Stêrkan li asîman de diteyîsîn.Stêrkek geş dûvek spî li dû xwe hişt û di ew valahîya reştarî de xwe bera jêr da û vemirî.
Derîyê hewşê hêdîka vebû dengê pêngavan hate bihîstin ,her diçû nêzîk dibûn.Piştî demekê, di ronahîyê şibakê de serên rût yên du zarokan xûya bûn.Ew hevalên Elî, Îbo û Mendo bûn.
Îbo ,çavên xwe li hindur gerand û piştre bi dengek nizm pirsî:” Elî tu nayê em bilîzin?”
Elî bi xemgînî got:”Na,bavê min nexweş e.”
Meyrê li wan nêrî û got :”Hûn çi dixwazi?” Lê zêde kir:”Em bi derdê xwe ketine,êdî lîstik ji me kêm ê! Bicehme herin!”Dûre ew berê xwe da Elî: “Li cihê xwe rune!”
Her du zarok firtê firtê ji wir revyan .Zeynê li dû wan derîyê hewşê girt û hat hundir. Zaroka derguşê ji xew hişyar bû û dest bi girînê kir.Dema Zeynê mamê xist devê wê ,bêdeng ma. Meyrê li Derwêş nêrî , ew bi xew ve diçû.Wê lihêfa li ser wî rast kir.
Zeynê rabû,der û dorên xwe keys kir:”Anê!”got:”Em ê sibê biçin palîyê?”
“Heke bavê te baş bibe, em ê biçin keça min. Tu hazirya xwe bikî”
Zeynê,çend şamik û nanê tîrê xist nav sifrê û devê wê girê da û danî alîyekî malê.Êdî derengê şevê bû. Ew westiyayî û bê xew bûn. Derwêş jî baş dixûyayî.Zeynê li ser merşê nivînan raxist . Meyrê çirê sist kir û ketin nav nîvînên xwe.
Bi ezana sibê Derwêş ji xew hişyar bû.Her kes di xew de bû.Wî misîna xwe ji eywanê hilda û derket derve. Piştî avdestê vegerîya. Wî secadê li erdê raxist û wekî her rojê limêja xwe kir. Dema keçika derguşê girîya ,gazî Meyrê kir: “Meyrê!Meyrê!” Gava Meyrê bersiv da:”Keçik digirî!” got.Derwêş ket nav cihên xwe û lihêfê kişand ser xwe. Meyrê û Zeynê hişyar bûn.Zelîxa hêj digirîya.Meyrê:
-”Quzilqit!” got:”xwezîya tu nebûya”.
Şirê ku di nav şûşê de bû xist devê wê û deng jê bilîya.Li derve dengê paleyan dihat. Paleyan li pêş malan dicivîyan û bi ereba hespan diçûn ser erdan. Ew di şefaqê de diçûn kar û êvarê vedigerîyan malê.
Zeynê nivînan da hevdu û xistin nav kulînê.Dûre kincên xwe li ser xwe kirin.Berê ku ji malê derkevin Meyrê:”Derwêş em diçin palîyê!” got û benda bersiva wî ma.
Lê tu deng ji Derwêş nehat.
Meyrê hat ber serê Derwêş,destê xwe danî ser milên wî û ew hejand:”Derwêş ! Derwêş!” bang kir;’’Em diçi palîyê ‘’ Di wê kêlîyê de dengekî xizînî ji qirka Derwêş derket û hat birîn.
Hawara Meyrê , di bêdengîya berbangê de olan da.Çukên li ser daran li wir û li vir firîyan.Elî bi tirs ji xewê hişyar bû.Keçika derguşê dest bi girî kir.Çend pîre jinên ji cîranan hatin hewşê. Bi gopalên destên xwe bi zorê dimeşiyan.
Meyrê û her du zarokên xwe şînek giran danî.Zeynê porên xwe rûçikand,rûyê xwe bi neynukan qelişand. Elî di quncika dîwêr de bêdeng digirîya. Pîrejina Edlê her digot:”Hûn li ber xwedê gûneh dikin,li xwe neden!”.
Der û cîran bo biçin kar lez dikirin. Ji wan hinek dereng ji mal derketibûn.Dengên qirecira wan dihat bihîstin. Ew kesên ku diçûn palîyê bi merak derîyê hewşê vedikirin û dîsa digirtin. Hawar û girîyên Meyrê û Zeynê li ser malan belav dibûn.Li hewşê xincê du sê ixtîyar û zarokan kes tunebûn.
Roj hilatibû û her derê ronî bûbû.Dê û keç ji girîn û lêdanê bêzar ketibûn. Kes tunebû mirî defin bikin.Yek ji kal û pîran rabû ser xwe û got:” Ez ê biçim çarşîyê ,li qahwê gazî çend camêran bikim ku bila mirî defn bikin.”
Derwêş ,bi xêra çend camêran hate defnkirin.Jiyana wî qedîya wekî stêrkek li asîmanê vemirîbû.Ew soza ku Meyrê dabû wî mirinê hêsantir kiribû.Lê belê ,çavên wî vekirî ma. Di wê bêdengîya giran de Meyrê dizanîbû ku barê herî giran niha li ser milên wê ye û ew ê ji bo zarokên xwe,ji bo soza Derwêş, bi her zorîyê re rû bi rû bimîne. Jiyan her çend bê Derwêş be jî,divîyabû bidome.
*Derviş'in Ölümü
Yılmaz Elagöz
Eğitim:
*Mardin Artuklu Üniversitesi Kürt Dili Edebiyati bölümü mezunu.
Ayrıca: Sosyoloji ve Psikoloji lisans mezunu.
Özellikle Modern Kürt Edebiyatı üzerinde çalışma yapmaktadır. Bazı dergilerde öyküleri yayımlanmaktadır.






