GUNDÊ ME
Ez ne şelaf ne awanim
Heyrana çûk û kewanim
Keç û xortên me hêjanin
Ez şivanim ez gavanim
Berx diçêrin nav mêrganin
Av vedixwen ser curnanin
Gava demsal bibe bihar
Gul vedidin xweş renganin
Axa warê me adane
Navê gundê me Şewan e
Bêheval û bêhevsale
Pêşberê gir û kendane
Gundê me pir dûrîmine
Nav xeyal û xwenêmine
Xerîbî wek agrê geşe
Wele her dem dihelîne