SERDİLKA MİN
Xweş dimeşî bi serê xwe
Te kil lêdaye çavên xwe
Dêmên te de gul vebûn e
Te xêlî daye serê xwe
Serdilka min werê ba min
Bişirînê xwe bide min
Bejnûbala te xweşik e
Bibe bûka dayîka min
Min dilê xwe te re vekir
Nav de te re qesrek çêkir
Dirêj bike her destên xwe
Min firşê xwen te ve geşkir
Bêhna te wek bêhna gulan
Germa te wek germa dilan
Ez dixwazim were ba min
Dil bikî min bike talan