Por reşê kember zîvê,
Lê keçê bejn ziravê,
Dimeşî diçî avê,
Pir rind û bedewî…
Rûçikê te wek tavê.
Por reşê kember zîvê,
Pir başî lê qemerê,
Tenûrê nîn dipêjî,
Bêna wî ket herderê.
Şîrînê û kubarê,
Dest hine por keverê;
Daxwazim were malê,
Rûgeş be bo êvarê.
Havîne jî wek te xweşe,
Lez bike tu bimeşe,
Warê ba min ez şa bim
Bête jiyan nebaşe
Pêşmala te nedere
Keske, sore û zere
Ez qurbana canê te
Bête jîyan kesere
Mehmet Çobanoglu
29.03.2014
Stenbol
Kategori: