ZERÎYA MİN
Çavreşa min zerîya min,
Ez daxwazim were ba min,
Ez hatina te ve şabim…
Ez te re bêjim gula min.
Delala min were ba min,
Ramûsanekî bide min;
Bila xewnên min jî rast be,
Agir berde nav canê min.
Yarê ez parsekê te me,
Bi mirinê re jî heme!
Bê te jîyana min re xem e,
Ez te maçkim gelo şerme?
Qemera min zerîya minî,
Gula minî roja minî,
Germehîya te daxwazim,
Stêrka nav şeva minî.