Delala min were ba min,
Çavreşa min zerîya min,
Ez daxwazim were ba min,
Ez hatina te ve şabim…
Ez te re bêjim gula min.
Delala min were ba min,
Ramûsanekî bide min;
Bila xewnên min jî rast be,
Agir berde nav canê min.
Yarê ez parsekê te me,
Bi mirinê re jî heme!
Bê te jîyana min re xem e,
Ez te maçkim gelo şerme?
Qemera min zerîya minî,
Gula minî roja minî,
Germehîya te daxwazim,
Stêrka nav şeva minî.
Her dêmên te tim bihar in,
Tim şîlanin tim hinar in,
Bêhna te jî wek rihan e,
Her lêvên te jî diyar in.
Mehmet Çobanoglu
26.02.2014
Stanbol
Kategori: