Şervanê me lehenga doza Kurdan
Bejn bilindê reng qemerê bedewê
Şêrina me, çavreşa me keça me
Gulîlka ser Qendîlê û Gabarê
Em bendê tene zû were zana me
Şervanê me lehenga doza Kurdan
Rizgarîya welatê me nêzîk e
Çavreşa me rû geşa me û canê me
Dilê bav û dayêkan zehf tenik e
Zîlan’a dilpolat piştvana gernas
Tu dizanin gelên Kurdan şîyar bûn
Êdî bese xulamî û nezanî
Qîz û xort, mêr û jin bi hev re rabûn
Keça gelê me şerê û dozvanê me
Ji bo jiyana xweş gel rabû ser pê
Divê rizgarî bê û roj bêhelat
Zîlan’a me tim welatê me bipê
Bakur-başûr, rojava bendê te ye
Keça me tu her hebî tu her bijî
Te hêz û arîkarî da hevalan
Xwîşka me şêrê me her dem her bijî
Mehmet Çobanoglu
22.12.2014
İstanbul
Kategori: