BO MİN GUL VEDE
Yara min
Dilê min
Lez wera ba min
Ez helbestvanê bê niştiman im
Ez bi salan e bêguman û bêziman im
Were vê bajarê xerîbîyê min helde bibe
Yara min were
Min tenê nehêle
Jiyan
Bê te
Dijrabûna dilê min e
Ew şerê hebûn
Mayîna min e
Şerê bihar
Zivistana min e
Hewa ewr e dem sar e
Cîhan jî li min şev û reş e
Dil li min bû cemed
Bihara min were ba min
Gul vede bibe gul û gulîstana nav dilê min