MİN BÎR NEKE
Lê delalê gul, gulîlka baharê
Ez bendî te me were vê êvarê
Ji te re gîlî, gazindê min hene
Te çima ez xapandim bi her carê
Çav kilê, lêv ziravê baxçê gulan
Qaz û werdekê li ser hemû golan
Te dipêm dereng nemîne zû were
Bendewarê te me bi roj û salan
Lê bihuşta nav war û walatê min
Êşa evîna min ket dilê min
Ji cîhanê destê min neqetîne
Were bibe çare û dermanê min
Ez ketim ber bextê te min bîr neke
Germa evina dilê min sar neke
Sewda xunavê ye li min dibare
Lê ez guneme min belengaz neke