DEMA WELATÊ ME
Dora gundê me zevîne
Demsala me jî havîne
Lê çavreşê, keça bedew
Navberê kendan devîne
Evîna min ne hindike
Kezeba min zehf tenike
Qet min nedin xeyîdanê
Yara min jî pir canike
Pez û berxan re şevîn e
Binîya mêrgên me avîn e
Yara min zû were ba min
Dilê min bo te nîvîn e
Qefa gundê me fire ye
Navçe me de du pire ye
Qaqizman’a me şêrin e
Sûk û çarşî nav de heye
Nav deşt û zozanên geşin
Hespên me jî henî beşin
Him rindin û pir çelengin
Her dem rehwanî dimeşin