NALÎNA ÊZÎDAN
Dîsa li me ferman e goştê me hêrandin
Xwîna me rijandin, dilê me jî qelandin
Lêxe lêxeYPG Şengalê rizgar bike
Hinek Ereb, Ecem in gundên me şêlandin
Tim halan û talan e dîsa agir baran e
Serê wan de şaşikin destên wan de Quran e
Lêxe lêxe PKK ew bi aqil sivikin
Êriş dan me Êzîdan, hestê wan ên guran e
Bin pê û lingan de derguşên zarokan e
Hemêza dayikan de darbestên pitikan e
Ser axa Kurdîstanê nalîna Êzîdan e
Ev bûyera bêbextî, pêşkêşê nezanan e