HEYA BERBANGAN
Ez û tu
Şev û tarî
Te re heşir e min re kovan e
Min re şîn e te re şîvan e
Bê te cîhan min re zindan e
Dilê min de êş û jan e
Bedewê ji nişk ve rabe bo min were
Hêstirên çavên min
Dibarin
Pêl û pêl diherikin
Nav dil û hûndirê min çem û robar e
Stêrka cemser jî
Pir dûr e
Tu qet nayê xuya
Rabe were
Hêvîya te me
Li hêvî hiştin jî pir zor e
Tu her dem dikevî nav hişê min
Her tim dikevî nav xewn û xiyalên min