
Qêrîna dile mine
Alana dengê mine
Dîsa li min holane
Ji kend û newalan de
Qêrîna dilê mine
Derde û kule li min
Sitara min jî nema
Dibe ku ez dimirim
Ka keç û ka lawê min
Vê danê min lêdane
Hovîtîyên sosrete
Xwîn dikişe canê min
Ji kêrên neyarane
Ez hesîyam bêbextan
Tirk û Fars û Ereb’an
Zehf tirsekên û tolin
Êrîş anîn her wextan
War û şarin têdane
Axa hemû gelane
Ji kes û sor û zeran
Rengên gulan navdane
Ji raperîna mine
Dengvedana dilê min
Dibe ku ez bimirim
Kurdîstan yara mine
Mehmet Çobanoglu
30.10.2013
Stenbol
Kategori: