Bi dilekî geş
Ji ser wan dêmin
Şirîn de
Carek din bikene
Coş be
Dîsa bila
Ew lêvên te ên tenik û rengîn
Gul vedin
Bêhna xwe berde
Bi exlamûrî
Nav bax û bexçanan li hemû gulîstanan
Bo xatirê evîna min û te bi kenan cîhanê bixemlîn e
Ka maçekî
Ji te bigirim
Ser wan lêwên te tenik
Û kinûşk
Ji hesên zelal û germ
Bitenîtî ya te
Xwere bikim cî û wargeh
Bêxisawet, bêşik
Ez bi te şeng û şaî şa bim û kêfxweş bim her dem
Bi kîjan dem be
Hewesa min tê
Bi dile kî germ
Dile kî jîn
Te difikirim
Rojên rabor
Evîna min û te kevnare de
Xewn û xiyalan de te dijîm
Te hemêz dikim
Dîsa pir bextiyarî dibim
Ji wan maçên te ên agir î û bi şewat
Ez hemû xem û xeseran bîr dikim dîsa
Diyarîya min xweşik û pir hêja
Li nav kênên lêvên te de gulinên sorin
Bi xatirê wan çavên te, were ba min car din maçke min
Mehmet Çobanoglu
11.08.2014
Stenbol