RONAHÎ BÛ HEŞYAR BİN
Ez bin destê neyaran de lawazim
Şerpeze me bextiyarî dixwazim
Ger rizgar nebe axa walatê me
Hemû cîhan bidin min ez naxwazim
Ez lawê gelan im, rêwî yê şoreşim
Bo serefirazî yê her dem dimeşim
Rizgarî nêze; hevalan bawerim
Ez her gav bi hêzim, her dem pir geşim
Kara me azadî ye doza me erd e
Axa me vegirtin mirîn jî serde
Em sitem naxwazin neyarê xedar
Wekhevî dixwazin mafê me berde