XEZAL WERE NEÇE
Min bi evîna te ve dilê xwe şûşt
Tu çem û robarên ser deşta min î
Ji zinaran û kendalan dikişî
Delalê tu bêhna rihana min î
Kulîlka min nepenîyê eşqê me
Bila tu kes nezane evîna me
Hêvîdarim bihar her dem havîn be
Sîx û kelem nekeve navberê me
Rinda min şêrîna min were ba min
Keçê jîyana bêhez bêsûtun e
Rojên bêeşq jî gor û gorîstan e
Lêvên te gul û birhên te zeytûn e