Efr'ın'ê Starkin
Ji bo çareserî ya xem û derdan
Bêrawest kal û pîran siper vedan
Şervanan êrîş dan, ser neyaran
Bilind bû berxwedana gelê Kurdan
Di Kanton’a Efrîn ê de şîwan e
Bi qîrîn û fîxana zarokan e
Derbesî û Tirbesipî, Qamişlo
Hemû navçe, bajarokên Kurdan e
Bi rastî dîrokzanek wer dibêje
Ew dîroka Efrîn’ê pir dirêje
Neyaran de piçek ağil tune ye
Dayika min, mebesta me tu bêje
Em nadin, ev şaristan sewda me ye
Bi rastî tev rûmeta me Kurda ye
Lo şere şere, îro me heşere
Dengê çekan, dengê tankan- topa ye