LÊVÊN TENİK
Bi dilekî geş
Ji ser wan dêmin
Şirîn de
Carek din bikene
Coş be
Dîsa bila
Ew lêvên te ên tenik û rengîn
Gul vedin
Bêhna xwe berde
Bi exlamûrî
Nav bax û bexçanan li hemû gulîstanan
Bo xatirê evîna min û te bi kenan cîhanê bixemlîn e
Ka maçekî
Ji te bigirim
Ser wan lêwên te tenik
Û kinûşk
Ji hesên zelal û germ
Bitenîtî ya te
Xwere bikim cî û wargeh
Bêxisawet, bêşik
Ez bi te şeng û şaî şa bim û kêfxweş bim her dem