Delala Min Qemara Min
Delala min, şadîya min bedewê
Ji rojan û rojekî were ba min
Dermanê hemû êşan û derdanî
Erê can were, bexte kî bide min
Delala min, qemera min bedewê
Hespê mirinê bezî hat derê min
Berf û baran dibare, min dûman e
Êş, keder û keser ket nav dilê min
Delala min meranê tim bedewê
Bêwlat im ji te dûrim, canê min
Bi rastî şev û roj li min heram e
Were bibe dermanê vê derdê min
Delala min berîvana bedewê
Ji ba ê reşe şeva qetran e li min
Bête ji kezeba min xwîn dikişe
Were bibe hes bibe hêvî yê min