Tu dil û hinavê min î,
Ez helîyam ez kelîyam ,
Ji evînê pir bezîyam,
Gelo çima min direvî?
Min bizvire werê Nazya’m.
Bi xemgînî pir qêrîyam,
Ji evînê ez dirîyam,
Tu xezalî min direvî…
Birastî bo te girîyam.
Tu dil û hinavê min î,
Ev can û zimanê min î;
Werê xemla nav dilê min,
Kulîlka min roja min î.
Naziya min dil bîr neke,
Hêvîyên min xera neke,
Dil bêrîn û dil axîn e…
Min re bêbextîyê neke.
Nesekine werê ba min,
Evîndarim tu canê min,
Bi xelatî, bi diyarî…
Ramûsanekî bide min.
Mehmet Çobanoglu
10.01.2014
Stenbol
Kategori: