AX BERXÊ MİN
Berxê min ne lat û ne jî zinar im
Can ez ne kevir û ne jî dilsar im
Ji derdê te ez pêl û pêl dihelim
Rojan e bo te xemgîn û bêzar im
Kar û berxê min berf zû de ketîye
Êşek bi canê te de cî girtîye
Ez te li ser bîjîjkan digerînîm
Hê jî dermanê te derneketîye
Ax lawê min bêrîna te yeman e
Êş û agir, xesar e wek cirman e
Nizanim ev çi hale û çi rewş e
Ne şev û roj e ne jî xweş zeman e