WELATÊ HESRETA MİN
Dengên berxan, karan te tê
Kêfa min ji bi te re tê
Şaxên gulên te nazikin
Bêhna keçan ji gulan tê
Ax welato tu şêrîn î
Hasreta me xerîban î
Me gelan re pir hêja yî
Kelecana tev dilan î
Tu wek bûkan her tim şengî
Tu pir xweşî pir çelengî
Tu wek dema havînê yê
Bi cûrbecûr nav û dengî
Ez dixwazim min bibînî
Ez gavanim, tu şevînî
Welatê min tu bihuştî
Tu jiyanî, tu evînî
Her kuncên te wek xemilan e
Hemû cîhan te heyran e
Tu xweşik î, welatê min
Her xortên te wek şêran e






