DİL BENDÊ TE YE
Dil, xwezîya min ji wê roj ê
Kulîlk heşîn bin, ser beroj ê
Xezala min û çavreşa min
Yara min jî bê li Newroz ê
Bêrîya min de yara min e
Ew dilê min de gula min e
Li ser erdê bêhna mine
Ji asîmanan roja min e
Can nêzîkaya cejna me ye
Hemû gelan re têr şadî ye
Her kes rabûn tên Newroz ê
Yara min ev dil bendê te ye
Yara min ez hê jî ciwanim
Û bo azadî yê şervanim
Dil tim daxwaze evînî yê
Rabe were ez te gumanim