Zozan Bê Bask Ma

Yıldız Karagöz kullanıcısının resmi
Zozan ji herema ez jê hatibûm bû, hembajarîya min bû. Cara yêkemîn, min ew li bajarê Zurîhê li meşa Roja 8 Adarê ya Jinên Dinê dîtibû. Gava ji min re got, “Ev baş e ku meriv bi hembajarîyên xwe re biaxive.

Qet nebe tu nikarî ji min re bêjî bawerhişk.” Ez tev li hev bûm. We rojê min dît ku ez di rewşa ku tê da me, ne bitenê me! Kî dizane ku van gotin di guhê çend mîrovan de çinginî bû?
 
Gava ku min pirsî “gedê te hêne?” min re got, “Na, xwezî habûyana!” ez çiqes poşman bûm ku min vê re gotîbû „başe ku gedê te tunen“. Min ji ber gotinên xwe yên bêfikir fedî kir. Min nizanî bû ku ji bo wê bê zarokbûn êşeka mezine. Wê re got; “ tu hîne pir cana. Rojêkê ku tu zevicî gedê te çebivin û îcar tu dikara gedên xwe di hawirdora malbateka germ de mezinbike.“ Dema ku ji min re bahse ameliyata xwe kir min ji fikrên xwe şerm kir, pir fedî kir ji ber gotinen xwe yen bêfikir.  Min ji ber dayîkbûna xwe, xwe sûçdar hîs kir. Min ji ber ku ez dayikek bûm nekarî şukurîya xwe bikim. Mînak kêrekê di hundire min re çûbû. Kî dizane ku cane we çiqes diêşî. Xwazika dayîkbûn tişteki were parvekirin bûya.
 
Xeyalên xwe yên şikeştî, wek tabloyêka bi xemgîn li ser rûyên we daliqandî bûn. çavên we yên mîna du golen bi rengê deryayê, westiya û qediyabûn. Min bê zanîn dest bi birîna we kiribû. Bi gotinên sivik ber xwe da kenîya û mînak qey tiştek çewt tunebû birîna xwe veşart. Rastiyên xwe jî di çavên xerîb da mîna îrîna kul an di bedenê we da diherikîn. Gava ku dipeyivî, êşen ku diketin navbera rengê rûyên we xûyadikirin. Bêbandor bikeniya jî wê nedikaribû wan êşan jê bibe. Digot, “Dev lê berde! bi vî rengî ji jîyan xweşe.” Êşa ku di dilê wê da hêlûn çêkirî da; kîn, qehr, tinaz, nefret, dev jê berdan tevli hev bûbûn. Jîyana xwe ya dema berê bi kenekî dînan re ser girt. Dema behsa jîyana xwe ya bi êş û agir ku ji bo we biha/bedêl dayîbû dikir, digot; “Avrûpa çavên me vekirin.”
 
Dema ji bo rojbûna wê, ez çûm mala wê ya li bajarê Baselê, ez li ber deri bi fîstanekî kurdistanî pêşwazîkirim. Dema em derbasî odê bûn fîstanê we yê bi nexşên têyra tawûs bi kevirên rengîn wek sorik, reşik, zêrînî û zîvînî  hatîbû nexşkirin li erdê xûş dibûn. Li hundir carek din got „bixêr hatî.“ Ji enîşkên fîstanê wê da heta binî lingan, dawiya fîstanê wê valon ên fireh belaweladibûn. Kembera zêrînî ya bi navê xwe ya zirav girêdayî, kûçên wê yên gilover dabûn xuyakirin. Dema birê diçû fîstanê bi motîvên kevirên rengîn di bin ronahîya lambê de dibirîqîn û wek mînak têyra tawûs xûya dibû.
 
Ew di xaniye kî bi du odeyan de tenê dijî. Dema min gava xwe avite hundirê malê min fêhm kir ku ez di hawireka cûda de me. Bi nişkava, min xwe di nav odeyêka biçûk û bi rengên xweşik hatî xemilandin de dît. Li dîwaran ber, xaliçe û heqîbên rengîn û derdorên xwe yên bi morî û mircana û bi rîsên rengîn hatibûn xemilandin re kêfa min hat. Ew ber, xaliçe û heqîbên rengîn hatîbûn ziman, her yekê çîroka xwe ya cûda eşkeredikirin. Di van çîrokan de, gava ku roj wek sinîyeka sor li ser berîye de dadiket, jinên li hespan sîyarbûbûn wek bayêkî diçûn. Dibe ku ev xewnên dîya wê an jî yên dapîra wê bin ku li ser tevnan zindîbûbûn. Di nav neqişanda, ew êvînen nig şikestî, ew hewesên ku ji qalikên xwe derneketin hatîbûn ziman. Ji berî min, çend jinên din jî hatibûn mala Zozanê. Hevnasîna wan jî ez ji rêwîtîya mistîk dernexistim. Dema ku ji bo ez rûnim cîh dan min, ez li ser mîndereka bi hirîye hatîbû çekirin û bi neqşên geltan hatibû neqşkirin de rûniştim. Ew balîfên dîwaran ku min pişta xwe dayîbûn, rûpiştê wan e bi tentene, qirlentên hatin nexşandin bi qenewiç jî dîroka nifşên cipcûda eşkeredikirin. Min berê xwe dan wan, yek bi yek destê xwe lêdan. Min got, “vana te çêkirin?” wê got; „Erê! Min sandoqa cihêzê xwe ji gundê xwe da anîn; yên paş jî li wir man.” Kesera xwe kişand, sîngê xwe parikî. Porê wê yî reş pêl bi pêl li ser singên bedew de belaw bû.
 
Her çiqes dema me li gund sifra erdê bi ew sênîya baqir ya mezin amadedikir, li vir di nav odeyê de cîhê maseya qehwê girtibû. Bi min, di nav ew qav û  qacaxên baqir û zîvinî yên li ser hatin danin ku wek dekor bûn, hilmêk  hildiket. Tê bigota dema di zarokatîya me de bîhna ji dûr da dihat ket e pozê min. Wê rojê di vê odeya dêkorîn de, Zozanê ji me re şîvên herema me çekiribûn û li ser sifra erdê  dan ber me. Şîvên ku ji me re çekirin gîştik şîvê ji ber destên dayîka xwe hînkirî bûn. Geva ku min şorbê meyîrê, qulotik, miqle, zade bilxur, şîranîye qayîsan dixwar, dayîka min li ber çavê min xûya dibû. Min dîya xwe car li nav aşxana me ya li gund de didît, car jî li nav aşxana me ya Konyayê. Dîya min di aşxana me de li ber dûkêşê beroşa ser disten de şîva me tevdida. Ji aliyê din de bi zibil, sape cê û gênim ar vêdixist. Di aşxana me ye li Konyayê jî li ser ocaxê gazê biroşa şîvê xwe tevdida.
 
“Hevala min çûyê ku!” ez bi dengê Zozanê veciniqîm. Hevalê me ser sifrê tev li hev kenîn. Zêlo ji Mardînê, Havîn ji Amêdê, Fîdan jî ji Meraşê hatîbûn Swîsrê. Em tev koçbêr bûn li ser sifrê. Min bala xwe de wana, Peyvên gulî yên Ewropayê di rûyên wan de bûn. Min di dilê xwe da got, “kulen dile we jî li ser xetên rûyên we vekirine.” Sohbeta me li ser cûda bûna heremê me bû. Ji me her yekê qala adetên gund û herema xwe dikir. Xwazî ku me cihê kirin, heremparêzî di navbera me de çenekiribûya. Koçberî me davêje ber hemêza hûtê bi heft serîyan ku ji dûr ve mîna agirêkî meşalê vêdikeve. Û hûtî bi heft serîyan, dema ku li hemberî zêdebûna me bi ser neket, em wek nanêkî parî parî, herem herem ji hev bidûr xistibûn. Halbûkî, her yek heremên me ji bo danikî xwarina vî hûtî bûn. Dîsa jî hîsên me yên di dilê me de dema dibûn yêk, em nezikî hev dikirin, dikişandin ba hev. Wê demê cûdabûn belavdibû.
 
Gava ku Zozan negêhiştîyê yarê xwe, gunde wê ji wê re tengdibe. Êdî Bêhne wê li cîh û war ê te de hatibû dinê û mezin bûbû dernedikeve. Ji birê xwe re dibê, “min jî bibin Avrûpayê,” dema ku hatî Swîsrê hîna 21 salî bûyê. Wê jî wek birê xwe penaberî (iltica) kiriyê. Fidanê pirsî, “Tu terê gundê xwe Canbeg ê (Cîhanbeyli)?” Zozanê got, “ Na! 15 salin ku ez neçûme gundê xwe. Ez dizanim ku gey tiştik wek berê nemayîye. Lê eger ez rojekê herim, ez ê gundiyên xwe mal bi mal bigerim, ziyaret bikim. Ezê li ser kolanan û çîyayên gundê xwe seyran bikim bêyî ku ji tirsa kûçikan bigerim. Piştre wê bala xwe de min û got: “ Tu dizanî? dema ku em li gundê me bûn, li me her tiştek şerm û şermezar bû. Me nedikarî derkevin dervayî hewşê xwe. Li îd anjî dawetan me dikanî derkevin der hewşê me.  
 
Min sohbeta me vegerand û got, “Zozan! birastî em hatin rojbûna te piroz bikin. Lêbelê Tu tarîxa rojbûyîna xwe rind dizanî?” wê got, “erê, ez baş dizanim.” Fîdanê çavên xwe bal kirin û got, “ rastî! Tu çava dizanî?” Zozanê mîna kesêkî li ser rastîye xwe sekinî xwe lêqand û got, “ roja ku ez hatim dinyayê manga me ya sor mirîye.” Min got, “Çiii! korbîyê, heta tu hatî ve dinyê te serê mangê sor xwar.” Em tev li hev kenîn. Êdî me dest bi henekan kirî bû. Zozanê qandîk dikanî zikê xwe digirt û di çave wê da hêstirk dihatin xwar. Îcar min got, “roje ku ez hatim dinyê bîçer di terlê me de şikeştîyê. Ganimê me 3 rojan li ser erdê maye. Gîştik li ber royê hişk bûye.” Havîn ê got, “ bisekinin, bisekinin! Ez rast dizanim tarixa rojbûna xwe.” Zêlo got, “Erê,! Erê! Ke ca bêje tu çava hatîyê vê dinyayê.” Havînê got, “rastî ez dizanim.” Mereqa me zêde bû. Û me bi hev re got, “ dîya te kêsekî xwandewan bu?” wê got, “na, na, roja ku Kenan Evren asker rakir ser pîyan, ez hatim dinyayê.” Em tev li hev şaş bûn ku bêjin çi? Fîdan ê got, “ başe, emê 12 Îlonê verin cem te. Lê dil xatirê Kenan Evren ji hêye emê ji vî re jî qewzegulek reş bişînin..” Ken û girî li rûyên me de li hev ketin. Êdî em bi ken ê zerî dikenîn.
 
Dema ku Zozan ê li Swîsre cîh û war digire, dile xwe dikeve xortekî. Navê wî xortî Botan bûye. Botan ji bajarê Zozan jê hati nebûye û ew şoreşger bûye. Ji bo rizgarîya gel ê me di nav kar û barê şoreşê de bûye. Bi cil û bergên xwe yên şoreşgerîyê wek kesekî rêber û ji nav eş û xeyalan we, we xelas bike ketiye jîyana Zozan ê. We, ew ji civanên gundî xwe cûda ditîye. Zozan di bin bandora dîtin, fikr û ramanên wî yên pêşverû de dime. Gava ku qala mafên jinan dike, Zozan xwe li ser nermîya ewran dibîne, kefxwaş dibe. Lêbelê, ji bav û birayên xwe heta niha qet tiştekî weng nebihîstî bû. Heta niha mêr ên Zozanê naskirî digotin jin jinbûna xwe, mêr jî  mêrbûna xwe bizanê û li hesabê wan nehat jî li hemberî jinan dijwar bûne. Zaten li xerîbîya vî welatî de, dema ku bi pirs û rûyê koçbêrîyê yên wek cemedê de li ber xwe dide; ev gotinen evîndarîyê ku Botan jê re bi dengê xwe yî nermik digot, hîsen Zozanê yên cemidîn diheline û li dile wê da gulên evîndarîyê vedike. Kesêre xwe kişand û got, “ez mîna pisikêkê ketim hemêza Botan. Min ji wî pir hezkir, min nedikanî bê wî hebim…” Aksesûwarê ku li ser şara xwe de girêdayî, di nav du birûyên reş da dadiket. Rengê aksesûwarê yê kesk bi rengê çavên wê va tev li hev bûbûn. Ew çavên bi girî tiji bûyî, hatîbûn ziman, mînak bêjin “Qalkirina pir tiştî hêye!” Û di cihekî de disekinîn. Levên xwe dema nefes digirt-berdida bi agirê di hundirê we de dilerizîn. Dema dengdikir şorên li zimanê we hatibûn pêçandin, şikeştî û bi tirsbûn. Dengê xwe di qirikê de dima. 
 
Bi rihekî safikî singê xwe yê wek deşta Konyayê fireh û tijî simbêlên zevîyan li ber Botan vedike. Ji bo demeka kin pê re dilşad dibe. Dema biryara zevacê digirin birayên we qebûl nakin. Dibêjin “Ne ji herema neye meye. Kî yê, kesekî çawayê ne eşkereye. Nabe!” Lê belê ji dema Zozan hatibû Swîsre pê de her dem dibihîst ku jinên ji herema wan hatin pir qedirbilindin lê mêrên xwe jî bêkêrin. Dema Botan digotiyê “Tu rûne evîna min! Hîro hemû karên malê ezî bikime!” bi gotinên ji bo mêrên herêma xwe  hîn zêde bawerdikirîye. Li dawîyê birayên we hemberî biryara wan derkevin jî bi Botan re dizewice.
 
Lê; hezkirê we ji zewaca wan bi şûnda di demeka kin de, kirasê xwe yê evîndarîyê carek din li xwe nekirîye. Kirasê xwe yê li xwe kirî; ji yên Zozanê li ser merên gundî xwe dîyîn hîn zêde pîs û neçê bûne. We demê Zozanê kesitîya evîndarê xwe ya rast ditîye. We jî pênekirîyê rojekê di demeka qet nehat payîn de “Em hevûdu fahm nakin!” gotîye û wek mînak mêrên Avrûpî yên modern hemû karesatên xwe wek xerebeyekî li şûna xwe cîh tîle tere. Ji jîyana Zozanê hemû tiştên dema berê bi xwe re dibe. Lê li gel her tiştî Zozan difikirîyê û biryara xwe dayê ku, ev qedera min e, eza jîyana xwe pê re derbasbikim. Kirinên Botan yên li paş xwe hîştin ew kiriyê wek xerebeyekî. Dema li ber xwe dide; jinbûyîna xwe û malzaroka xwe ya di bedena xwe de wendadike.
 
Bedewîya xwe ya hundirê xwe hatî welakirin, jinbûyîna xwe çirbikira jî dilşad nedikir. Dema digot “dilşad im! azad im!” bi rastî baş dizanî ku ne me, ne jî xwe nedikanî bixapîne. Ji bo dilşad be hemû liberxwedayînen we, wek lêdanên firçên wênesazekî di jîyana wê de cîh girtibûn. Rihê jîyana we zû de hatibû kuştin. Lê ya rast dema li gundê xwe  bû dolabên we tijî kinç nebûn. Di çente de kertên bankayê û danûstandinê jî tunebûn. Ji bo li kêf û zewqa xwe bigere û daxwazên xwe bi cîh bîne azadîya xwe jî tunebû. Lê, rihe kî xwe yî leqelek, bi kelecan, zindî, xwîn germ û azad hebû. Xeyalên xwe yên meriv nedikanî bigire hebûn. Li vî welatî van hemû ji dest girtibûn û kemasîyên din dabûnê. Ji vê danûstandinê bi şûnda Zozanê nedizanî ku baskên xwe nebûn nedikanî bifire.
                                                        Reyhan Işık 12.11.2018, Biel/Bienne-Swîsre.
 
 
               

Kategori: 

Bunları Okudunuz mu?

04/20/2024 - 16:37
03/31/2024 - 21:39
03/21/2024 - 04:53
01/14/2024 - 19:15

Hapishane Edebiyatı

Ümüş Eylül Hapishane Dergisinin 51. Sayı...
Tekirdağ Cezaevi tutsaklarınca elle yazılıp mektuplarla dağıtılan Ümüş Eylül Kültür-Sanat dergisinin Nisan-Mayıs-Haziran 2024 tarihli 51. sayısı...
TEK KİŞİLİK HÜCREDE YAZILAN BİR ÖYKÜ: DE...
               Mahallenin kimi çocukları ondan hem korkar hem de onunla uğraşmaktan vazgeçmezdi kargalar...
Duvarları delen çizgiler
Balıkesir Burhaniye yakınlarında yaşayan arkadaşlara davet. 10 Aralık'ta Insan hakları haftasında, Burhaniye Yerel Demokrasi ve Insan Hakları Gündemi...

Konuk Yazarlar

"BİZ BAŞKA TÜRLÜ SEVERDİK BİRBİRİMİ...
Derken, Galata Yokuşu'nun oralarda, yeni kurulmuş bir ajansta iş buldum. Burada getir götür işlerine bakacak ve Tünel'den başlayıp, Levent'e...
Mivan’ın bakışı Bahri’nin ağıdı/ Uğur YI...
  Neyse bir ihtimal dedik, başladık isteklerimizi sıralamaya: “Bahri arkadaş sen kuzeninin çok güzel saat yaptığını…” daha sözümü bitirmeden, “...
Utanmak/ Sıdo için/ Sevda KURAN
  Fakiri, zengini, orta hallisi, Alevi’si, Sünni’si, Ermeni'si, hacısı, hocası, orospusu, delisi ve de pavyon kabadayıları, sarhoşlarıyla...