ZÎLANA ME
Bejn bilindê reng qemerê bedewê
Şêrina me, çavreşa me keça me
Gulîlka ser Qendîlê û Gabarê
Em bendê tene zû were zana me
Şervanê me lehenga doza Kurdan
Rizgarîya welatê me nêzîk e
Çavreşa me rû geşa me û canê me
Dilê bav û dayêkan zehf tenik e
Zîlan’a dilpolat piştvana gernas
Tu dizanin gelên Kurdan şîyar bûn
Êdî bese xulamî û nezanî
Qîz û xort, mêr û jin bi hev re rabûn